Ciwanên Êzidî li dijî komplo û peymana 9’ê Cotmehê kon vedan

Li dijî komploya navnetewî ya li dijî Rêber Ocalan û peymana 9’ê Cotmehê ya li ser Şengalê, Yekîtiya Jinên Ciwanên Şengalê û Yekîtiya Ciwanên Êzidîxanê çalakiya konvedanê despêkirin.

Wek berdewamiya komployê 9’ê Cotmeha 2020’an de jî ji aliyê dewleta Tirk, PDK û Iraqê ve peymanek li dijî Xweseriya Şengalê îmza kiribûn.

Bi van komployan xwestin fikrê jiyana azad a ku di nav civakê de hatibû çandin, bişkînin.

Îro jî li Geliyê Kersê, li Baxçeyê Serokatî bi peşêngiya Ciwanan li dijî komploya navnetewî û peymana 9’ê Cotmehê çalakiya konvedanê ji bo 3 rojan hat vedan.

Ji bo piştgiriyê ji çar aliyên Şengalê gel berê xwe didin cîhê çalakiyê.

Di bin kon de gelek kes axivîn û gotin:

“Çawa fikrê Serok Apo me di 2014’an de ji fermanê xilas kir, em jî ji bo xwedî derketina Serok Apo di pêşengtiya Jinan de çalakiya konvedanê despêdikîn.

Em ê bi peşengtiya jinan re komployan vala derxinin.”

Back to top button