REJÎMA ÎRANÊ LI SER SÎNORÊ ROJHILAT Û BAKURÊ KURDISTANÊ KOLBEREK KUŞT

Li ser sînorê Rojhilatê Kurdistanê roj naçe ku kolberek ji aliyê rejîma Îranê ve neyê kuştin.

Herî dawî hêzên rêjîma Îranê li ser sînorê Rojhilat û Bakurê Kurdistanê kolberek kuştin.

https://rojnews.news/ku/kurdistan/kolberek-din-hat-kustin-dinya-bedeng-e-33032

Li gorî çavkaniyên ji herêmê, kolberê bi navê Mîlad Hisên Zade, li sînorê navçeya Qelengîr ê girêdayî bajarê Çardêran ê Rojhilatê Kurdistanê, di encama gulebarana pasdarên Îranê de jiyana xwe ji dest da.

Kolberên di şertên zehmet de dijîn, bi armanca debara xwe neçar hatine hiştin ku li ser sînor qaçaxçîtiyê bikin, lê her roj bi gulebarandina pasdaran re, rû bi rû dimînin.

Li hemberî van kuştinan jî, tevahiya cîhanê bêdeng dimîne.

Leave a Reply

Back to top button