
Komîteya Tenduristiyê ya girêdayî Meclisa Sivîl a Dêrazorê li El-Cezirat, El-Seiwa û Mihêmîde 3 navendên tenduristiyê ji bo xebatên tenduriystiyê ji bo şêniyên bajar û gundan bimeşinin vekir.
https://www.hawarnews.com/kr/haber/li-gundewarn-drazor-psketinn-tenduristiy-h19490.html
Komîteya Tenduristiyê bi vekirina cihên tenduristiyê yên wek El-Cezirat, El-Seiwa û Mihêmîde yê
pêşiya gelek pirsgirikên tenduristiyê girtine.
Ji wan navenda Mihêmide tenduristiyê ya ku 8 gund girêdayî wî ne roleke girîng dilîze.
Li vê navendê pirskirinkên tenduristî yên wek felca zarokan, sorik di beşa lezgîn de jî
birîn, şikestin, şewat û dermankirina nexweşiya laşmanya yê tên çareşerkirin.
Endamê rêveber ê navendê Dr.Yehya Bîlal di derbarê mijarê de axivî û got:
Li gel wan 3 Bijîşkên pispor 7 hemşîr û 4 hemşî re kardikin. Ji bo kar jî hemû alavên tenduristiyê hene.
Rojane 60 heta 80 nexweş pêşwazî dikin. Ew nexweş bê pere têne dermankirin, tevî wê jî derman bê pere ji wan re tê pêşkêşkirin.