Salvegera 3. a êrişên li dijî Serêkaniyê û Girê Sipî

Bi wesîleya salvegera 3’an a dagirkirina Serêkaniyê û Girê Spî Rêveberiya Xweser a bakur û rojhilatê Sûriyê û herêma Cizîrê daxuyanî dan. Di daxuyaniyan de hat diyarkirin ku dewleta dagirker 3 sal in li Serê Kaniyê û Girê Spî qirkirinê dike û hat gotin: Hêzên navnetewî yên li herêmê divê erkên xwe bi cih bînin û dawiyê li dagirkeriyê bînin.

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê û herêma Cizîrê, bi boneya salvegera êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li dijî Serêkaniyê û Girê Spî daxuyanî dan.

Rêveberiya Xweser a bakur û rojhilatê Sûriyê di daxuyaniya xwe de diyar kir ku dagirkeriya dewleta Tirk têkoşîna li dijî terorê lawaz dike û rê li çareseriya aloziya Sûriyê digre û got:

Rêveberiya Xweser: Dagirkeriya Tirk li pêş şerê terorê asteng

ʹʹArmanca dagirkeriya dewleta Tirk, tirkkirina herêmê û zindîkirina serdema Osmanî ye.

Dewleta Tirk a dagirker bi rêya komên terorîst û çete li pêyî wê yekê ye ku ku dîroka herêmê, çandên wê, pêkhate û etnîkên wê yên resen xirab bike.

Vê jî bi riya koçberkirina xelkê resen û bi bicihkirina kesên biyanî û malbatên çeteyên terorîst li bajar, bajarok û gundên dagirkirî û bi taybet li Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî pêk tîne.”

Rêveberiya Xweser diyar kir guhertina demografiyê bi destê dewleta Tirk pêk tê û dixwaze vê herêmê ji komên terorîst re bike cihê bi ewle..

Rêveberiya Xweser: Divê dawî li dagirkeriya Tirk bê anîn

Rêveberiya Xweser balkişand li ser siyaseta DYA di serdema Tramp de jî û got: “Siyaseteke bazirganiya siyasî ku rêgezên navneteweyî û pîvanên mirovî bin pêk dike, hat meşandin.

Di encamê de gel û pêkhateyên herêmê yên bi desteka Koalîsyona Navneteweyî şerê terorê dikin, berdêl dan.”

Rêveberiya Xweser bang li civata navneteweyî û hêzên li herêmê kir ku berpirsyariyên xwe yên exlaqî û qanûnî bi cih bînin û dawî li dagirkeriya Tirk bînin.

Rêveberiya Xweser a Cizîrê êrişa li dijî Serêkaniyê û Girê Spî şermezar kir

Rêveberiya Xweser a Herêma Cizîrê jî di daxuyaniya xwe de hebûna Tirkiyê li herêmên Sûriyê weke xençerekê di laşê Sûriyê de bi nav kir û got: “Amerîka û Rûsya rê dan, Serê kaniyê û Girê Spî hatin dagirkirin, xelkê wê koçber bûn.

Îro gelê me yê koçber di şertên dijwar de li kampan dimîne.

Sedema wê jî ew e ku civaka navnetewî erkên xwe bi cih neanîne..”

“Êrişên dewleta Tirk ên li dijî herêmên me didome”

Rêveberiya Xweser di daxuyaniya xwe behsa êrişên rojane li dijî herêmê jî kir û wiha dewam kir:

“Êrişên dagirkeriya Tirk li dijî ewlekarî û aramiya herêmên me didome..

Rojane herêmên me bi balafirên bê mirov û çekên giran bombebaran dike.

Di çarçoveya şerê xwe de ava Elok jî qut kiriye û zêdetirî milyonek kes li Hesekê û herêmên din bê av dihêle.”

Rêveberiya Xweser a Cizîrê: Divê civaka navnetewî bi erka xwe rabe

Rêveberiya Xweseriya a herêma Cizîrê di daxwiyê de bang li hemû hêzên demokratîk û navnetewî kir ku dawî li dagirkeriyê bînin.

Back to top button