Komcivîna Salane ya 1. a ji bo Qurbaniyên li Bakurê Sûrî pêk hat

Bi boneya salvegera êrişa dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li dijî Serêkaniyê û Girê Spî, Komeleya “Hevdestî” ya qurbaniyan Komcivîna Salane ya Yekem ji bo Qurbaniyên li Bakurê Sûriyê, li dar xist. Di komcivînê de bal hat kişandin ser giringiya bidawîkirina dagirkeriya dewleta Tirk a li herêmê û vegera koçberan li cih û warên xwe.

Komeleya “Hevdestî” ya qurbaniyan bi hevkariya rêxistina “Sûriyên ji bo Rasteqînî û Dadmendiyê”, Komcivîna Salane ya Yekem ji bo Qurbaniyên li Bakurê Sûriyê, li dar xist.

Komcivîn li Hola Zana ya bajarê Qamişlo hat lidarxistin.

Armanca komcivînê ew e ku balê bikişînin ser rewşa mafên mirovan li Serêkaniyê û Girê Spî yên dagirkirî û mekanîzmayên edaletê yên herêmî û navneteweyî nîqaş bikin.

Her wiha ji bo penaberên bi darê zorê ji herêmên di bin dagirkeriya Tirkiyê de derektine, çareseriyan peyda bikin.

Hiqûqnas, parêzer û nivîskarên ji Bakur û Rojhilatê Sûriyê, her wiha Nivîsgeha Kar û Barên Koçber û Penaberan a Rêveberiya Xweser û Komîteya Koçberên Serêkaniyê, beşdarî komcivînê bûn.

Bi riya Zoomê jî gelek akademisiyen ji deverên cuda yên cîhanê beşdarî komcivînê bûn û piştgriya xwe anîn ziman.

Di komcivînê de li ser dagirkeriyê û rewşa mafên mirovan li Serêkaniyê û Girê Spî niqaş hatin kirin.

Beşdaran di komcivînê de behsa binpêkirinên dewleta tirk û çeteyên wê li herêmên dagirkirî kirin û hat diyarkirin ku ev binpêkirinên li dijî hemû peymanên navnetewî yên mafên mirovan e.

Her wiha behsa rewşa kampên koçberan jî hat kirin û bal hat kişandin ser giringiya misogerkirina vegera koçberan li cih û warên xwe.

Di dawiyê de hat gotin, ji bo ku Rêveberiya xweser karibe alîkariya koçberan bike, divê destek jê re were dayîn.

Back to top button