Êdî dewleta Tirk serî tedewîne. Piştî bidûrxistina Tirkiye ji bernameya F-35 a Amerîkî, Enqere li berdêlekî digere û kirinên xwe li peravên Qibirsê sînordar dike.
Îro wezîrê derve yê Tirkiyê Mewlut Çawuşoglu ragihand ku eger Amerîkayê balafirên F-35 neda wan, ew ê neçar bimînin vê valahiyê ji cihekî din dagirin.
Çawuşoglu der barê S-400 de jî axivî û got:
Serok Trump naxwaze me ceza bike.
Lê eger Waşinton, ceza li me birî, em ê bê bersiv nemînin.
Li aliyekî din, hefteya borî, Yekîtiya Ewropayê ji bo kirinên Tirkiyê yên ne rewa li Qibirsê, hejmareke ceza lê birîbû.
Aniha jî, weke nîşaneyeke din a serîtewandinê, wîzêrê derve yê Tirkiyê Çawuşoglu diyar kir ew ê ti keştiyên nû neşînin peravên Qibirsê.