QSD: LI GUNDEWARÊ MINBICÊ 2 ÇETEYÊN ŞANEYÊN RAZAYÎ YÊN XWEKUJ HATIN GIRTIN

Operasyonên Hêzên Sûriye Demokratîk QSD’ê li dijî şaneyên razayî yên çeteyên DAIŞ’ê didome.QSD’ê ragihand ku li gundewarê bajarê Minbicê du çeteyên şaneyên razayî yên xwekuj hatin girtin.

Navenda ragihandin û çapemeniyê ya QSD’ê ragihandin ku Yekîneyên Antî Teror ên QSD’ê berbanga îro bi ser şaneyeke razayî li gundewarê bajarê Minbicê de girt.

operasyon li gundê Ceb El-Eşra pêk hat.

Di encam de du çeteyên şaneyên razayî yên bi navê Mihemed şakir El-Hewaş û birayê wî Ehmed El-Hewaş hatin girtin.

QSD’ê diyar kir ku çeteyê bi navê Mihemed El Hewaş berî niha weke endamekî xwekuj li gel çeteyên DAIŞ’ê dima û bi alîkariya birayê xwe gelek alîkarî pêşkêşî çeteyên DAIŞ’ê kiriye.

Hêzên Sûriye Demokratîk QSD’ê piştî 23’ê Adara 2019’an serkeftina leşkerî li dijî çeteyên DAIŞ’ê ragihand, êdî dest bi operasyonên taybet li dijî çaneyên razayî yên çeteyên DAIŞ’ê kir.

Leave a Reply

Back to top button