YPJ’ê keça Êzidî Sewsen Hesen radestî YBŞ’ê kir

Di Pêngava Mirovî û Ewlehiyê de di 13’ê Îlona borî Keça êzîdî Sewsen Hesen hatibû rizgarkirin.
YPJ’ê bi merasîmeke fermî li kampa Holê Sewsen radestî Yekîneyên Berxwedana Şengalê kir.

Sewsen jî mîna gelek jinên Êzidî piştî êrişên çeteyên DAIŞ’ê yên li dijî Şengalê di 2014’an de hat revandin.

Sewsen ew duyemîn keça êzîdî ya ku di qonaxa duyemîn a pêngavê de hat rizgarkirin.

Sewsen li kampa Hol, bi beşdariya berdevka YPJ’ê Rûksen Mihemed û berpirsê têkiliyên YBŞ’ê Çeko Şengalî hat radestkirin.

Berdevka YPJ’ê Rûksen Mihemed anî ziman ew ê pêngavên xwe ji bo rizgarkirina jinên Êzidî bidomînin..

Sewsen Heyder jî kêfxweşiya xwe ya ji ber vegera li welat û malbata xwe anî ziman.

Berpirsê têkiliyên YBŞ’ê Çeko Şengalî rola YPJ’ê di rizgarkirina jin û zarokên êzidî de bi bîr xist û ew spas kirin.

Back to top button