INTERPOL LÊGERÎNA LI SER SALIH MUSLIM Û SERKIRDEYÊN PKK’Ê HAT RAWESTANDIN

Interpola navdewletî biryara lêgerîna li ser berdevkê PYD’ê Salih Muslim û serkirdeyên PKK’ê rawestand.

INTERPOL li ser daxwaza dewleta Tirk têkildarî 144 kesan ku hevserokê PYD’ê yê berê Salih Muslîm û serkirdeyên PKKê jî di nav de ne biryara lêgerînê, derxistibû.

Daxwaza Tirkiyê destpêkê ji aliyê INTERPOLê ve hat qebûlkirin û biryara lêgerînê derbarê wan kesan de hat dayîn.

Li gor nûçeya Dengê Amerîka, INTERPOLê ev biryara derbarê wan kesan de betal kiriye û daxwaza Tirkiyê ya ji bo derxistina biryara lêgerînê derbarê 352 kesan de jî red kiriye.

Wezareta Dadê ya Tirkiyê her wiha li gel Sekreteriya Giştî ya INTERPOL nerazîbûn nîşan daye.

Ji aliyê xwe ve yek ji parêzerên doze Mehmud Vefa axivî û wiha got:

“INTERPOL daxwazên Tirkiyê gelek bi cidî nagire û bêbingeh dibîne.

Dewleta Tirk bi awayekî keyfî tevdigere û hiqûqa navdewletî li ber çavan nagire.

Li gor nivîsa dawîn a ku ji INTERPOLê bo Tirkiyê hatiye şandin, nêzî 500 serlêdanên Tirkiyê hatine redkirin.”

Leave a Reply

Back to top button