LAVROV Û ÇAVUŞOGLU KOMÎTEYA DESTÛRÎ GUFTÛGO KIRIN

Di van rojên dawî de rojeva herêmê germ dibe. Wezîrên derve yên Rûsya û Tirkiyê mijara komîteya destûrî û biryara 2254 a têkildarî aloziya Sûrî gotûbêj kirin. Her wiha şandeya James Jeffrey li Enqerê bi rayedarên dewleta Tirk a dagirker re danûstandinan dike

Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov bi riya telefonê bi hempîşeyê xwe yê Tirk Mevlud Çavuşoglu re hin mijarên herêmî gotûbêj kirin.

Derbarê vê yekê de, wezareta Derve ya Rûsî daxuyaniyek da û tê de wiha hate gotin:

“Herdu wezîran çareseriya siyasî li Sûriyê ya li gorî biryara Neteweyên Yekbûyî 2254 gotûbêj kirin.”

He wiha aloziya Idlibê û avakirina komîteya destûrî jî rojeva herdu wezîran bû.

JEFFREY Û AKAR EWLEHIYA SÎNOR GOTÛBÊJ KIRIN

Di heman çarçoveyê de, nûnerê taybet ê Emerîka ji bo aloziya Sûrî James Jeffrey ev du roj in li ser daxwaza dewleta Tirk, li Enqerê ye.

Jeffrey duh bi wezîrê Parastina Tirkiye Hilûsî Akar re civiya.

Hat zanîn ku herdu aliyan mijara ewlehiya sînor û rewşa dawî ya aloziya Sûrî gotûbêj kirin.

Daxuyaniya wezareta Parastinê ya dewleta Tirk destnîşan kir ku herdu aliyan li ser

– Dewamkirina hewldanên hevbeş ên ji bo avakirina herêma ewle.
– Hewldanên hevbeş ji bo vegerandina penaberên Sûrî. li hev kirine

Hêjayî gotinê ye, di dema ku Jeffrey li Enqereyê bû, Fermandarê Herêma Navîn ê Fermandariya Navendî ya Koalisyona Navnetewî Kenneth McKenzî li Kobanê bi fermandarê giştî yê QSD Mezlûm Ebdî re civiya.

Li ser vê mijarê, rayedarên dewleta Tirk a dagirker nerazîbûnên xwe di daxuyaniya wezareta Parastinê de anîn ziman.

Leave a Reply

Back to top button