PÊŞMERGEYÊ DÊRÎN: DIVÊ LI DIJÎ DAGIRKERIYÊ KURD BIBIN YEK

Pêşmergeyê Dêrîn Mihemed Çuçanî têkildarî êrîşên dagirkeriya dewleta Tirk ên li ser Kurdistanê got:

“Dewleta Tirk a dagirker Kurdek lewaz, xwefiroş, noker û Kurdistanek parçe parçeyî dixwaze.

Ji bona wê, divê tevayî hêzên Kurdan bibin yek û li dijî vî dijminê zalim derkevin”.

Pêşmergeyê Dêrîn Mihemed Çuçanî li ser êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk li ser xaka Başûrê Kurdistanê axivî.

Mihemed Çaçanî êrîşên dewleta Tirk li ser Qendîl û Xakûrkê şermezar kir û got:

“Dewleta Tirk xelkê sivîl dikuje. Ji ber wê yekê em van êrîşan şermezar dikin.

Em li ser xak û welatê xwe ne. Dagirker, me li ser xaka me dikuje.

Gelê me li ser sînor mijûlî xwedîkirina sewalan e, ew bê guneh in, lê têne kuştin.”

Çuçanî têkildarî rola şehîd Diyar Xerîb ê ji bo pêkanîna yekîtiya netewî û wiha domand:

“Hemû hewildanên Diyar Xerîb ji bo yekgirtina gelê Kurd bû. Li gorî wî Kurd hemû birayê hev bûn.

Ji ber ku xwedî taybetmendiyek wisa bû, ji aliyê dijminan ve hate armancgirtin.

Dewleta Tirk Kurdek lewaz, xwefiroş, noker û Kurdistanek parçe parçeyî dixwaze”.

Mihemed Çuçanî bêdengiya hikûmeta Herêma Kurdistanê ya li beramberî êrîşên dewleta Tirk şermezar kir û got:

“Diviyabû hikûmeta herêmê herî kêm van êrîşan şermezar bikira.

Ji ber bêhelwestiya hikûmeta Herêma Kurdistanê, xelkê herêma Biradostê xwe birêxistin kirine û bi xwe parastina xwe dikin.

Ev yek jî cihê serbilindiyê ye. Ji ber ku erkê her Kurdekî ye dema dijmin êrîş bike, ji bo parastina xaka xwe canê xwe feda bike.”

Leave a Reply

Back to top button