ELÎ HECO: BI HATINA TIRKIYÊ RE, WÊ DAIŞ XWE JI NÛ VE AVA BIKE

Hevserokê Desteya Hundir a Birêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûrî Elî Heco der barê gefên dewleta Tirk li herêmê de axivî û metirsiya xwe ji hejmara mezin a girtiyên DAIŞ’ê anî ziman.

Heco teqez kir ku “çi êrîş li dijî herêmê pêk were, wê xerabî û ne-aramî xwe bidin der, nemaze ku hejmareke mezin a çeteyên DAIŞê di gitîgehên QSD’ê de ne.

Ev jî wê bihêle, kontrolkirin zehmet be û DAIŞ di rêya çeteyên xwe yên girtî û şaneyên razayî re, xwe ji nû ve ava bike.

Bi vê jî, wê tadarî li giştî cîhanê bibe.”

Berî 2 rojan, fermandarê giştî yên Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) Mezlûm Ebdî jî heman tişt anîbû zimên û got:

Bi êrîşa dewleta Tirk re, wê DAIŞ ji berê mezintir û bihêztir bibe.

Elî Heco diyar kir ku “dewleta Tirk bi behaneya ku herêma bakur û rojhilatê Sûrî gefekê jê re çêdike, dixwaze erdê me dagir bike.

Lê belê, ew ji projeya Netewa Demokratîk bixwe ditirse.”

Ev serê salekê bêhtir, serokê hikumeta AKP’ê Erdogan gefan li ewlehiya herêmê dixwe.

Piştî pêşketinên QSD’ê yên diplomasî li ser rûyê erdê, Erdogan di 15’ê vê mehê de dîsan gefên xwe nû kir.

Leave a Reply

Back to top button