JI BO PARASTINA BERJEWENDIYÊN XWE, WAŞINTON GAVINE NÛ DIAVÊJE

Piştî girtina nefkêşeke Brîtanî ji aliyê Tehranê ve, Waşinton hin gavên nû ji bo parastina berjewendiyên xwe li Geliyê Hormuzê diavêje.

Wezîrê derve yê Amerîkayê Mike Pompeo ragihand ku welatê wî wê hevpeymaniyeke navdewletî ji bo parastina Geliyê Hormuzê ava bike û got:

Wê ev hevpeymanî pageran ango dewriyeyan bide destpêkirin da korîdorên avê yên vekirî biparêzin.

Wê gelek welatên cîhanê jî beşdarî vê hevpeymaniyê bibin.

Ev gav piştî Pasdarên Îranê (IRGC) neftkêşeke Brîtanî li gel 23 endamên wê li Hormuzê girtibû, hat.

Li aliyekî din, Waşinton ji bo nefta Îranê, ceza li kompaniyeke Çînî birî.

Têkildarî mijarê, Pompeo ji rojnameya The Wall Steet Journal re axivî û got:

Kompaniya تشوهاى تشن رونغ a Çînî cezayên Ameîrkî ji qazî ve binpê kirin.

Ji lew re, wê samanên Kompaniyê û yên xwediyê wê bên cemidandin.

Her wekî wê hemû kompanî û aliyên Amerîkî danûstandina xwe pê re qut bikin

Leave a Reply

Back to top button