Ceteyên Cebhet El Nusra ketin bajarê Efrînê yê dagirkirî

Li Efrîna dagirkirî, careke din dest dugherin û komên çete ên Cebhet el Nûsra û Firqa Hemzat bajarê Efrînê bi temamî xistin bin dagirkeriya xwe.

Dîsa bi şanoyekî, di nava şev û rojekê de komên bi navê Cebha El-Şamiyê û Ceyiş El-îslam xwe ji nava Efrînê vekişandin û Cebhet El-Nusra li van deveran bi cih bû.

Li gorî çavdêriya mafên mirovan a Sûriyê, Koma çete ya Cebhe El-Şamiyê ji navçeya Şera jî xwe vekişand û girtiyên di zindana Kefer Cenê de veguhestin Marie û Ezazê.

Her wiha hate ragihandin ku bajarê Efrînê bi temamî ket destê çeteyên Cebhet el Nusra.

Komên din, çeteyên bi navê Feyleq El-Şam û Sultan Murad tawanbar dikin ku wan rê ji çeteyên El Nusra re vekir ku derbasî van deveran bibin.

Bi vê yekê, heta niha li herêmên Heleb di çend rojên derbasbûyî de, 30 dever radestî Çeteyên El Nusra hatine kirin..

Ev yek jî bi rêdan û desteka dewleta Tirk a dagirker pêk hatiye.

Hêjayî bibîrxistinê ku Cebhet El-Nûsra navê xwe kiriye Tehrîr El-Şam û ew di lîsteya Terorê de ye.

Back to top button