Revandina sivîlan li bajarê Efrînê û gundên wê didome.
Çavkaniyên ji herêmê ragihandin ku di nava rojên dawî de, çeteyên dewleta Tirk a dagirker bi dehan sivîlên gundên Enqelê û Merwaniyê yên Şiyê revandin.
Ji wan navên van kesan hatin bidestxistin:
– Arif Mihemed
– Abdo
– Azad Kemal
– Kemal Mihemd Abdo yên ji gundê Enqelê û
– Xelîl Henan
– Hanî Abdo Sîdo
– Heysem Menan Bakîr ên ji gundê Merwaniyê
Her wiha heman çavkaniyan destnîşan kir ku artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê daristanên derdora gundê Kaxirê yê Mabeta jî şewitandin.