Li Qamişlo 135 şehîd bi bîr anîn

Meclisa Malbatên Şehîdan bi merasîmekê 135 şehîdên şervan û sivîl ku di dem û cihên cuda de şehîd bûne, li goristana şehîd Delîl Sarûxan a Qamişlo bi bîr anîn.

Meclisa Malbatên Şehîdan ji bo bîranîna 135 şehîdên Yekîneyên Parastina Gel (YPG), Yekîneyên Parastina Jin (YPJ), Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD), Hêzên Parastina Gel (HPG), rojnamevanên ku di êrişa li dijî Serêkaniyê û Girê Spî de şehîd bûne û şehîdên sivîl ên ku di dem û cihên cuda de şehîd bûne, merasîmek li dar xist.

Di destpêka merasîmê de, endama Kongra Star Sîlvana Elî şehîdên azadiyê bi bîr anîn û diyar kir ku meha Cotmehê meha şehîdan e, tê de dagirkeriya Tirk li dijî Serêkaniyê û Girê Spî êriş pêk anîn.

Sîlvana Elî anî ziman ku divê ji bo parastina destkeftiyên şehîdên xwe em asta berxwedana xwe bilindtir bikin.

Her wiha endama Kongra Star Sîlvana Elî bi bîr xist ku ew xwediyên projeya neteweya demokratîk in ku armanca wan Sûriyeke demokratîk û azad e.

Merasîm bi xwendina wesîqeyên şehadeta şehîdan ji aliyê endamê Meclisa Malbatên Şehîdan a Qamişlo Revîn Şêxmûs ve bi dawî bû.

Back to top button