Ebdulletîf Reşîd bû serokomarê nû yê Iraqê

Parlementoya Iraqê doh ji bo diyarkirina serokkomarê nû li hev civiyan.
Ebdulletîf Reşîd wek Serokê Komarê nû hate hilbijartin.
KNK’ê ji bo vê peyamek pîrozbahiyê belav kir û hêvî kir ku ev hilbijartin bibe sedema demokrasî û aramiya li Iraqê.

Civîna Parlamentoya Iraqê doh ji bo hilbijartina serokkomarê nû yê Iraqê pêk hat.

Û 277 parlamenter tevli bûn.

Di hilbijartinan de Letîf Reşîd 162 deng bi destxist û bû serokkomarê nû yê Iraqê.

Ji bo avakirina hikûmeta nû Mihemed Şiya hat erkdarkirin

Letîf yekser ji bo avakirina hikûmeta nû, namzetê Çarçoveya Hemahengî yê ji bo serokwezîrtiyê Mihemed Şiya Sûdanî erkdar kir.

Li gor yasayên Iraqê, divê Mihemed Şiya Sûdanî di nava 30 rojan de hikûmeta nû ava bike.

Ger di nava 30 rojan de nekarî hikûmetê avabike, wê serokkomar ji bo avakirina hikûmeta nû kesek din erkdar bike.

Berhem Salih, serokomarê nû pîroz kir

Namzetê yekem ê YNK’ê yê ji bo serokkomarê Iraqê Berhem Salih piştî ku di hilbijartinê de bi serneket li ser hesabê xwe yê twitterê peyamek belav kir.

Berhem Salih got, ”Ez girêdayî bicihanîna erkên xwe yên di jêr banê nîştimanperwerî û piştgiriya di rêya reformande bûm.”

Her wiha Letîf Reşîd li ser erka wî ya nû pîroz kir û hêviya serkeftinê jêre xwest.

Serkirdeyên Iraqê jî li ser hesabên xwe yên medya dijîtal ji Letîf Reşîd re pîroz kirin û hêviya serkeftinê jêre xwestin.

KNK’ê peyameke pîrozbahiyê belav kir

Desteya Rêveber a Kongreya Netewî ya Kurdistan KNK’ê jî bi boneya hilbijartina serokkomarê nû, Dr. Letîf Reşîd peyamek pîrozbahiyê belav kir.

KNK’ê hêvî kir ku ev hilbijartin bibe sedema demokrasî û aramiya li Iraqê û çareserkirina pirsgirêkên di navbera Başûrê Kurdistanê û Iraqê de.”

Back to top button