Ji sedî 69 jiyana kûvî kêm dibe

Cîhan êdî rengîniya xwe winda dike.
Guherîna avhewa di her warî de bandorê li ser jiyana zindiyan dike.
Weqfa Parastina Xwezaya Cîhanê bi raporekê bal kişand li ser vê yekê.
Li gorî raporê nêzî 50 salên dawiyê jiyana kûvî ya li cîhanê ji sedî 69 kêm bûye.

Weqfa Parastina Xwezayê ya Cîhanê (WWF) doh raporek weşand û nîşan da ku di navbera salên 1970 û 2018’an de jiyana kûvî ya cîhanê ji sedî 69 kêm bûye.

Ji bo sedemên vê kêmbûnê jî işaret bi guhertina avhewayê û kiryarên mirovan kir

Weqfê di navbera salên 1970 û 2018’an de guhertina global a li bejahî, hewayî û deryayî ya 32 hezar lawirên li gel hev dijîn, zêde dibin (populasyonên) ji 5 hezar û 230 cûreyên movikdar şopand.

Rapora ku ji aliyê 89 nivîskaran ve hate amadekirin balê dikişîne ser kêmbûna windahiya avhewayê û cihêrengiya biyo û weke sedem jî işaretê bi xerabûna sîstema bejahî û deryayî, talankirina zêde ya nebat û heywanan û guhertina avhewayê dike.

Raporê ragihand ku vê yekê bandora herî giran li Başûrê Amerîka û Karabîkê kiriye.

Weqfê hişyarî da ku daristanên baranê yên Amazonê hindik mane ku bêkêr bibin.

Weqfa Parastina Xwezayê ya Cîhanê (WWF) diyar kir ku niha mîlyonek cûreyên heywan û nebatan li ber tunebûnê ne.

Di raporê de hate destnîşankirin ku girîng e hikumet, şîrket û gel bi lezgînî bikevin nava liv û tevgerê.

Civîna Peymana Cihêrengiya Biyolojîk a Neteweyên Yekbûyî (COP15) tê payin ku meha Kanûnê li Montrealê bê lidarxistin.

Back to top button