“Jin, Jiyan Azadî”

Ji bo serhildana gelê Îran û Rojihilatê Kurdistanê ya li dijî rejîmê tenê 4 roj mane mehek xwe tejî bike.
Tevî hemû zext û gefan jî xwepêşandanên bo Jîna Emînî despê kirî dewam dikin.
Vê carê ciwanên li Tahranê banga çalakiyan kirin.

Li Îran û Rojhilatê Kurdistanê 26 rojin rewş wiha derbas dibe.

Agirê serhildanê ya bi hêrsa ji ber kuştina Jîna Emînî despê kirî belav dibe.

Duh li bajarên Rojhilatê Kurdistanê tevî êrişên hêzên rejîmê xelk li qadan bûn, li bajarê Seqiz mamosta dijî êrişên hêzên Îranê yên ser dibistan û xwendekaran, çalakiyek lidarxistin.

Ciwanan li taxan agir pêxistin û dijî hêzên rejîmê xwe parastin.

Li Bane, Merîwan, Bokan, Mahabad, Sine, Kirmaşan, Îlam û gelek bajarên din yên Rojhilatê Kurdistanê, bi dirûşmeya ‘Jin Jiyan Azadî’ xwepêşandan dewam kirin.

Li ser asta Îranê, li bajarên Tahran, Qum, Esfehan, Ehwaz, Erak û gelek bajarên din weke rojên din xwepêşandan hatin lidarxistin.

Xelk li van bajaran dijî rejîmê daketin kolanan û nerazîbûna xwe anîn ziman.

Herî kêm 30 karkerên neftê hatine binçavkirin

Desteya Karkeran ya sektora neftê jî bi daxuyaniyekê ragihand ku ji ber nerazîbûna karkeran, herî kêm 30 karker hatine binçavkirin.

Ji bo piştgirî û berfirehkirina çalakiyan, komek çalakvanên Ereb ên li Ehwazê bang li xelkê kirine ku îro li herêmên Ereb lê niştecihin, xelk dakevin qadan û nerazîbûna xwe bînin ziman.

Ciwanan banga berfirehkirina çalakiyan kir

Li aliyek din komek ku xwe weke Ciwanên taxên Tahranê didin nasîn, xwestin sibe bi rê û rêbazên cûda xwepêşandan û çalakî werin lidarxistin.

Ciwanan di banga xwe de ragihandin ku ewê teqez bigihin azadiyê.

Bêtirî 201 xwepêşandêr hatine kuştin

Li gorî daneyên Rêxistina Mafê Mirovan ya Îranê ku herî dawî parve kirî, heta niha 23’ê jê zarok herî kêm 201 kes ji aliyê hêzên Îranê ve hatine kuştin.

Komeleya Parastina Mafên Zarokan a Îranê ragihand ku piraniya wan li eyaleta Sîstan Belûcistanê herî kêm 28 zarok hatin kuştin.

Her wiha, bi sedan birîndar û hezaran jî hatine binçavkirin.

Back to top button