Li Şedadê di êrişê de endamê PYD’ê Mihemed Bozan şehîd bû

Endamê PYD’ê Mihemed Bozan duh li Şedadê di êrişeke çekdarî de şehîd bû.
Meclisa kantona Hesekê êriş şermezar kir û diyar kir wê ti êriş nikaribe têkoşîna wan rawestîne.

Duh dema ku endamê Komîteya Parastinê ya Meclisa Navçeya Şedadê û endamê PYD Mihemed Bozan vedigeriya mala xwe ya li gundê Elûs ê rojavayê Şedadê ji aliyê şaneyeke DAIŞ’ê ve rastî êrişê hat û di encamê de şehîd bû.

“Êrişa li dijî Mihemed Bozan hewldana têkbirina aramiya herêmê ye”

Meclisa Kantona Hesekê bi daxuyaniyekê êrişa li dijî Mihemed Bozan, şermezar kir.

Meclisê diyar kir ku êr hedefgirtina Mihemed Bozan berdewama komployên li dijî aramî, ewlehî, jiyana hevbeş a li herêmê ye.

Meclisê di dawiyê de diyar kir wê ti êriş nikaribin têkoşîna wan rawestînin û ew ê li ser şopa şehîdan bin.

Back to top button