Rûsya li Xarkivê winda dike

Artêşa Rûsya li ser xaka Ukrayna heta niha nekariye xeyalên Putin pêk bîne.
Hêzên Ukrayna yên li rojhilatê welat li dijî Rûsya êrişek dijber dayîn despêkirin pêşdeçûn berbiçav bidest dixin.
Tenê di nava meha dawiyê de bêtirî 600 herêm ji bin kontrola Rûsya derxistin e.
Ji van sedî 75 tenê yên li herêma Xersonê ne.
Di dema ku şer li vê herêmê gur dibe de, Rûsya ji welatiyan xwest ku dest ji herêmê berdin û derkevin.
YE jî xwe ji bo perwerdekirina leşkerên Ukrayna amade dike.

Di meha 8’an a şerê li Ukrayna de jî hêzên Rûsya nekarîne xewna serokê welat Vladimir Putin pêk bînin.

Artêşa Ukrayna di nava meha dawiyê de êrişeke dijwar ya dijber daye despêkirin.

Vê yekê jî heta niha daxwazên Kîevê heta astekê pêk aniye.

Di serê van herêman de Xerson ya dikeve rojhilatê welat heye.

Li gorî ajansa Reutersê, wezareta Ukrayna duh ragihandiye ku wê nêzîkî 502 wargeh li herêma Xarkovê rizgar kirine.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku li herêma Donetsk 43 û li herêma Lûhanskê 7 herêm hatine rizgarkirin.

Rûsya bo xelkê Xersonê: Ji herêmê derkevin

Li Xersonê tê îdiakirin ku ji sedî 75’ê wê ketiye bin destê hêzên Ukrayna.i

Serokê Herêma Xersonê Vladîmîr Saldo ku li Ukraynayê herêma herî stratejîk a ji aliyê Rûsyayê ve hatiye kontirolkirin, bang li gel kir ku ji herêmê derkevin.

Xerson ji bo Kirimê jî xwedî stratejiyek girîng e.

Di vê navberê de Rûsya pira Kirim ya ku îdia dike ji aliyê Ukrayna ve hatiye têkbirin careke din sererast dike.

YE wê leşkerên Ukrayna perwerde bike

Di vê navberê de Ewropa xwe ji bo perwerdekirina leşkerên Ukrayna amade dike.

Balyozên Yekîtiya Ewropayê (YE) ev mîsyona ku perwerdekirina leşkerên Ukraynayê dihewîne qebûl kirin.

Tê plankirin ku di çarçoveya mîsyonê de nêzî 15 hezar leşker bên perwerdekirin.

Back to top button