Aldar Xelîl ji ANF’ê re axivî

Endamê Desteya Hevserokatiyê ya PYD’ê Aldar Xelîl bal kişand ser êrişên dewleta Tirk a dagirker yên li ser herêmê û diyar kir dewleta Tirk bi hêcetan dixwaze êriş û dagirkeriya xwe ya li herêmê berfirehtir bike.
Aldar Xelîl derbarê xeteriya DAIŞ’ê û têkoşîna li dijî wê de jî got, “Divê di têkoşîna li dijî DAIŞ’ê de hemû bar li pişta Rêvberiya Xweser û QSD’ê nemîne.
Ev barekî mezin a navneteweyî ye.”

Endamê Desteya Hevserokatiyê ya PYD’ê Aldar Xelîl têkildarî Komploya 9’ê Cotmehê, helwesta rejîma Sûriyê û Peymana Edeneyê, serdana CPT’yê ya Îmraliyê û êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk û xeteriya DAIŞ’ê de bersiv da pirsên ANF’ê.

Aldar Xelîl diyar kir hêzên ku aştî û çareseriya pirsgirêkan nedixwestin, komploya 9’ê Cotmehê li ser Rêber Apo pêşxistin û got:

“Piştî komployê li Rojhilata Navîn ti pirsgirêk nehatin çareserkirin, berovajî pirsgirêkên heyî kûrtir bûn.”

“Peymana Edeneyê yek ji gavên pêşî yên komplo û gefên li dijî Sûriyê ye”

Aldar Xelîl bi bîr xist Peymana Edeneyê yek ji pêngavên destpêkê yên komplo û gefên li dijî Sûriyê bû û got:

“Dewleta Tirk bi nûkirina vê Peymanê re dixwaze qirkirina xwe ya li ser gelê Kurd û gelên herêmê bidomîne.”

Di dewamê de Aldar Xelîl serdana CPT’yê ya ji bo Îmraliyê nirxand û ev tişt got:

Aldar Xelîl: Serdana CPT’yê ya li Îmraliyê di encama têkoşîna gelan de ye

“Em dikarin vê rêveçûnê weke serketina çalakiyên gelan ên ji bo Rêber Apo binirxînin.

Vê yekê zext çêkir, lê ev hemû sazî bi pergal û navendekê ve girêdayî ne.

Ji xwe ew navend pêvajoya komployê dimeşîne.”

Der barê dagirkeriya dewleta Tirk a li Serêkaniyê û Girê Spî jî ku 3 sal li pey xwe hişt Aldar Xelîl got:

“Ji bo rizgarkirina herêmên dagirkirî divê em bawerî bi hêza xwe bînin”

“Divê dagirkeriya dewleta Tirk di serî de li Efrîn, Serêkaniyê, Girê Spî û herêmên din ên dagirkirî bi dawî bibe.”

Aldar Xelîl: Dewleta Tirk bi hincetan hewl dide êrişên xwe berfireh bike

Têkildarî çalakiya fedaî ya li Mersîne ku dewleta Tirk Minbic wek navenda plankirina êrişê nîşan dabû Aldar Xelîl û wiha axivî:

“Dewleta Tirk dema okyanûsekî de keştiyek wan xira dibe dibêjin, ‘Gelo ne PKK û Kurd ev kirine?’

Ji xwe li Tirkiyê çi dibe bila bibe, herêmên ku di bin hedefa êrîşên wî de ne weke berpirs nîşan dide.

Aldar Xelîl: Têkoşîna li dijî DAIŞ’ê barekî mezin a navneteweyî ye

Di dawî de Endamê Desteyaa Hevserokatiyê ya PYD’ê Aldar Xelîl bal kişande ser xeteriya ji nû ve zindîbûna DAIŞ’ê ku piştgiriya herî mezin ji Tirkiyê digire û got:

“Divê di têkoşîna li dijî DAIŞ’ê de hemû bar li pişta Rêvberiya Xweser û hêzên leşkerî nemîne.

Ev barekî mezin a navneteweyî ye.”

Back to top button