BORIS JOHNSON BÛ SEROKÊ PARTIYA MUHAFAZEKAR A BIRÎTANYAYÊ Û WÊ BIBE SEROKWEZÎRÊ NÛ

Şaredarê berê yê Londonê Boris Johnson bû serokê Partiya Muhafazekar a Brîtanyayê û dê li şûna serokwezîr Theresa May jî bibe serokwezîrê nû.

Duh bi dengdayîna 160 hezar endamên Partiya Muhafazekar a Brîtanyayê Boris Johnson bû serokê partiyê.

Theresa May ku niha serokwezîra Brîtanyayê ye, wê sibe li Qesra Buckinghamê îstîfaya xwe pêşkêş bike.

Piştî nîvro jî wê Johnson peywira serokwezîriyê wergire.

Dosyeya herî giran a li ber Johson jî derketina ji Yekitiya Ewropayê ye ku gel di 23’yê Hezîrana 2016’an de bi rêjeya ji sedî 52 qebûl kiribû.

Hêjayî gotinê ku ji sedema nederketina Birîtanya ji Yektiya Ewropayê, Theresa May di meha gulanê de û piştî zextên parlamenterên Muhafazekar îstîfaya xwe ragihandibû.

Leave a Reply

Back to top button