QSD: AVÊTINA TOPÊ JI SÛRÎ BER BI TIRKIYÊ VE, HEWLDANA DERXISTINA FITNEYÊ YE

Doh topek ji aliyekê kesekî nenas ve ji Bajarê Serêkaniyê ber bi Bakurê Kurdistanê ve hat avêtin.
Di encamê de tê gotin 5 sivîl birîndar bûne.
Hêzên Sûriya Demokratîk QSD’ê jî têkildarî vê bûyerê, daxuyaniyek bi raya giştî re parve kir.
QSD’ê ragihand ku ew top ne ji aliyê hêzên wan ve hatiye avêtin.
Û kesê avêtiye, dixwaze fitinyê derxînin û ziyanê bighîne herêmê.
Ya vê yekê piştrast dike ku, nivînsên ku piştgiriya êrîşa Dewleta Tirk û çeteyên wê li ser herêmê dike li Serêkaniyê hatin dîtin.
Li beramberî vê yekê jî Hêzên Emerîkî li herêmê derketin dewriyayan.

Li ser sînorê Serêkaniyê û Bakurê Kurdistanê doh bûyereke ne ji rêzê rû da.

Topek ji aliyê Serêkaniya binxetê ber bi ya serxetê ya Bakurê Kurdisatanê ve hat avêtin.

Di encamê de tê idiakirin ku 5 sivîl birîndar bûn.

Hêzên Sûriya Demokratîk jî ragihand ku ne ji dûr û ne jî ji nêzîk ve têkiliya wan bi avêtina topê re tine ye.

QSD’ê eşkere kir ku aramnc ji vê yekê derxistina tevliheviyê ye.

Berdevkê QSD’ê Kîno Gabiriyêl derbarê bûyerê de daxuyaniyek da.

Gabiriyêl şîfaya lezgîn ji birîndarên sivîl re xwest û diyar kir ku, ev kirin bi armanca derxistina tevliheviyan ji aliyê kesên nenas ve hatiye kirin.

Her weha destnîşan kir ku ev kes hewl didin fitneyê derîxnin û bi vê yekê ziyanê bighînin herêmê.

Berdevkê QSD’ê ragihand ku Hêzên Sûriya Demokratîk û hêzên ewlehiyê ji bo naskirina kesên li pey vê bûyerê lêpirsîn dest pê kir.

Piştî daxuyaniya QSD’ê ajansa Hawarê ragihand ku, têkildarî vê bûyerê, hêzên ewlekariyê kesek girtine.

AJANÊN DEWLETA TIRK LI SERÊKANIYÊ BI NIVÎSAN PITŞGITIYA ÊRÎŞA DAGIRKERIYÊ DIKIN

Lê heta niha derbarê wî de agahiyên berfireh nehatine parvekirin.

Lê piştî bûyerê piştperde û rastiya avêtina topê derket holê.

Li ser dîwarê hin deverên Serêkaniyê ev nivîs hatibûn xêzkirin.

Artêşa Azad tê û Ehrar Ras El-Ên wê we rizgar bikin, hatibû nivîsîn.

Ev yek diyar dike ku, kesên ev top avêtine girêdayî Dewleta Tirk in û di hindirê Serêkaniyê de ye.

Provaksyoneke bi rengî di demekê de hat ku rayedarên payebilind ên Amerîkî bi fermandarê QSD’ê Mazlûm Ebdî re ewlekariya sînor û dewama şerê li dijî nîqaş dikirin.

Her weha nûnerê tabyet ê Amerîka li Sûrî Jemes Jerfry li Enqereyê aloziya Sûriyê nîqaş dike.

Helbet mijara herêma bi ” ewle li ser maseyê ye”

Leave a Reply

Back to top button