Pêkhateyên Dêrikê cenazeyê şehîd Aryo ber bi Hesekê ve oxir kir

Cenazeyê endamê Hêzên Sutoro Aryo ji Dêrikê ber bi bajarê Hesekê ve hat oxirkirin.

Endamê Hêzên Sutoro Îbrahîm Besam Mîxaîl bi nasnav Aryo di roja çarşema borî di encama êrişa hewayî ya dewleta Tirk li kampa Newroz şehîd bûbû..

Bi sedan şêniyên herêma Dêrikê, nûnerên dêr û saziyên Suryan, Meclisa Malbatên Şehîdan tevlî merasîma şehîd bûn.

Di merasîmê de ji aliyê keşeyê dêrên Dêrikê ve sirûdên olî li ser şehîd hatin xwendin û diruşmeyên dilsoziya bi şehîdan re hatin berzkirin.

Endamê Meclisa Neteweyî ya Beth Nehrên Afram Îshaq axivî û got:

“Sekna gel û pêkhateyên Dêrikê nîşaneya biratiya gelan û jiyana hevbeş e.”

Piştî axaftinan, cenazeyê şehîd ber bi bajarê Hesekê ve hat şandin da ku sibe li Goristana Şehîdên Suryan û Asur were oxirkirin.

Back to top button