Serhildanên li Îran û Rojhilat 29 rojin didomin

Ji destpêka serhildanên li Îran û Rojhilatê Kurdistanê hêzên Îranê herî kêm 23 zarok kuştine. 

Serhildanên li Îran û Rojhilatê Kurdistanê 29 rojin dewam dikin. Li her derê gel li qada ye.

Û li dijî desthilatê xwepêşandan li dar dixin. Polîsên Îranê rojane êrişî xwepêşandêran dike.

”Hêzên Îranê herî kêm 23 zarok kuştine”

Li gorî Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî, hêzên Îranê herî kêm 23 zarok kuştine.

Rêxistina Efûyê diyar kir ku zarokên ku hatine kuştin temenê wan di navbera 11 û 17 salî de bûn.

Komeleya Parastina Mafên Zarokan a Îranê jî ragihand ku heta niha herî kêm 28 zarok hatin kuştin.

Back to top button