32 MALBATÊN MINBICÎ JI KAMPA HOLÊ VEGERIYAN WARÊ XWE

Piştî şêniyên Dêrazorê îro 32 malbatên Minbicî ku li kampa Holê diman vegeriyan warên xwe. 

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûrî komxebata êlên Sûriyê 3’yê Gulana 2019’an li navçeya Eyn Îsa ya herêma Firatê li dar xist.

Yek ji biryarên komxebatê ew bû ku koçberên Sûriyê yên li kampa Holê ne û têkiliyên wan bi çeteyên DAIŞ’ê re tune ne, vegerînin warên xwe.

Di vê çarçoveyê de îro 32 malbat bi hejmara 126 kesan ji kampa Holê vegeriyan bajarê Minbicê.

Piştî temamkirina belgeyan û wergirtina sozê ji aliyê rûspî û şêxên herêmê ve rêvebriya Kampa Holê dest bi şandan 32 malbatên Minbicî kirin.

Herî dawî jî rêveberiya kampê 201 jin û zarokên ji Tebqa û Dêrazorê ji kampê derxistin.

 

Leave a Reply

Back to top button