HPG: LI COLEMÊRGÊ 13 LEŞKER HATIN KUŞTIN

Gerîlayên YJA-Starê li Colemêrgê derbek giran li leşkerên dewleta Tirk ên dagirker dan. Li gorî navenda Ragihandin û Çapemenî ya HPG’ê di encama çalakiyê de 13 leşkerên Tirk hatine kuştin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG têkildarî çalakiyên gerîla yên li dijî dagirkeriyê daxuyaniyek weşand.

Di daxuyaniyê de ev agahî hatin parvekirin:

“21 Tîrmehê di çarçoveya pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Bager û Şehîd Ronya de çalakiyek pêk hat.

Gerîlayên YJA Starê konvoya wesayîtên zirxî ya artêşa dagirker ku ji navçeya Çelê bi navenda Colemêrgê ve diçû li herêma Şîva Stêrk û Kanî Orê kir hedef.

Di encamê de wesayîteke tîpa kîrpî bi temamî hate rûxandin û 13 leşkerên artêşa Tirk a dagirker hatin kuştin.

Leave a Reply

Back to top button