Dewleta Tirk vê carê jî gundewarê Kobanê topbaran kir
Gundê Koran û Ceşan ên rojhilatê Kobanê hatin topbarankirin.
Artêşa dagirker doh derengiya şevê gundê Koran û Ceşan ên rojhilatê Kobanê topbaran kir.
Li aliykê din, Meclisa Leşkerî ya Girê Spî bîlançoya 10 rojan a êrişên dagirkeriya Tirk li ser herêmê eşkere kir.
Berdevkê Meclisa Leşkerî ya Girê Spî Wîsam El Omer diyar kir ku artêşa dagirker di 10 rojan de hemû cure çekên bikaranîn û got:
Meclisa leşkerî ya girê spî bîlançoya 10 rojan a êrişan eşkere kir
“Êrîş li derdora navçeya Eyn Îsa, bajarokê Hîşa, gundên Fatsa, Xalidiyê, Hoşan, Gultep û depoyên genim ên Qizelî ,giran bûn.
Li gundên Fatsa û Gultep hejmarek mal û mizgefta gundê Fatsayê hilweşiyan.
Cihê avê yê gundê Fatsa û kabloyên kehrebeyê jî hatin hedefgirtin û kehrebe li ser navenda navçeyê û gundên wê qut bû.”
Wîsam El Omer anî ziman ku armanca van êrişan koçberkirina xelkê herêmê ye û tekez kir ew ê bersiva hemû êrişên dagirkeriyê bidin.
Dewleta Tirk a dagirker gundên Efrîn û Minbicê topbaran kirin