MARK ESPER BÛ WEZÎRÊ PARASTINA EMERÎKA

Kongresa Emerîkî Mark Esper weke Wezîrê Parastinê yê Emerîkayê destnîşan kir.

Îro Meclisa Şîyûx a Emerîkî ku meclisa bilind a Kongresê ye li ser bijartina Mark Esper weke Wezîrê Parastinê yê Emerîkayê erê kir.

Esper bi erêkirina 90 parlemanterî bû Wezîrê Parastinê yê Emerîkayê.

Wezareta Parastinê ya Emerîkayê bi daxuyaniyekê ragihand ku di demên pêş de, Mark Esper wê sûndê li pêşberî serokê Emerîkayê Trump bixwe.

Di 15 ‘ê Tîrmeha de Trump Mark Esper ji bo Wezîrê Parastinê yê Emerîkayê weke namzet destnîşan kir.

Ev yek jî piştî ku wezîrê berê yê Parastinê James Mattis di sala borî de ji ber biryara serokê Emerîkayê Trump a vekişandina hêzên Emerîkî ji Sûriyê,istîfa kir, pêk hat.

Mark Esper di sala 1986an de ji akademiya Leşkerî ya Emerîkî der çûye.

10 salan xizmeta leşkerî kiriye, bi taybet di Şerê Xelîc yê duyemîn de.

Beriya niha, di sala 2017an weke sekretêrê hêzên Emerîkî ji hêla Trump ve hatibû erkdarkirin.

Leave a Reply

Back to top button