Koçberên kampa Serêkaniyê li dijî tecrîdê bang li CPT kirin

Çalakiyên li dijî tecrîda girankirî ya li ser rêber APO dewam dikin. Koçberên ku li kampa Serê Kaniyê dimînin bang li CPT’yê kirin li dijî tecrîdê bi erka xwe rabe.

Malbatên Şehîdan ên li kampa Serêkaniyê derbarê tecrîdê û sedana CPT ya li Îmraliyê daxuyaniyek dan.

Bi dehan malbatên şehîdan beşdarî daxuyaniyê bûn.

Di daxuyaniyê de hate diyar kirin ku ev 19 meh in rêber Apo hevdîtin bi malbat û parêzerên xwe re nekiriye û hate gotin:

Divê CPT û rêxistinên mafên mirovan derrbarê rewşa rêber Apo de bi erka xwe rabin û daxuyaniyên zelal bidin.

Di dawiyê hat diyarkirin ji ber komplo negihişt armanca xwe, niha dewleta Tirk tecerîda li ser rêber Apo giran dike.

Malbatên şehîda teqez kirin dê çalakiyên wan heya azadiya rêber APO dewam bikin.

Back to top button