100 KESÊN KU LI STENBOLÊ DIMAN LI EFRÎNÊ HATIN BICIHKIRIN

Guhartina demografîk li Efrînê berdewam e.
Beriya niha bi demekê Walîtiya Stenbolê biryar da ku sûriyên qeyda wan li Stenbolê nîne wan heta 20 Tebaxê wê Stenbolê biterkîne.
Di vê çarçoveyê de 100 kes ji Sûriyên li Stenbolê diman li Efrînê hatin bicihkirin.

Piştî fermana Wezareta Karên Hundir a Tirk a ji bo lêgerîn, kontrolkirin û biryara dersînorkirina Sûriyên li Stenbolê nêzî 100 Sûrî şandin Efrînê.

Li gorî agahiyan, ew 100 kesên hatine şandin roja sêşemê li Efrînê hatin bicihkirin.

Walîtiya Stenbolê beriya niha bi çend roja ferman dabû ku Sûriyên qeyda wan li Stenbolê nînin bajêr heta 20’ê Tebaxê biterikînin.

Wezîrê Karên Hundir ê Tirk Suleyman Soylû diyar kir, ku wê salane 80 hezar penaberan dersînor bikin.

Soylû beriya çend rojan gef li welatên Ewropayê xwaribû ku eger ew deriyan vekin wê hikumetên wan nikaribin 6 mehan jî li hemberî vê yekê rawestin.

Wezîrê Karên Derve yê Tirk Mevlut Çavûşoglû jî bi daxuyaniya Walîtiya Stenbolê re ragihand, wan peymana vegerandina penaberan a bi Yekîtiya Ewropayê re mohr kirin rawestandine.

Leave a Reply

Back to top button