“Jin, Jiyan Azadî”

Di nava mehê de slogana “Jin, Jiyan Azadî” tevî Îran û Rojhlatê Kurdistanê li cîhanê deng veda.
Rejîma Îranê ya bi zextê xwest xwepêşandêran bidawî bike bêtirî 200 kes kuştin.
Lê hîna jî dengê xwepêşandêran nehatiye qutkirin.
Hate ragihandin ku di şewata li girtîgeha Evîn ya Tehranê de 8 girtiyan jiyana xwe ji dest dane.

Serhildana li Rojhilatê Kurdistan û Îranê ya ji bo azadî û dijî qetilkirina jina ciwan ya Kurd Jîna Emînî mehek li pey xwe hişt.

Mehek derbas bû, tevî hemû kuştin û girtinan, gel li qadane.

Di Girtîgeha Evîn a Tahranê de 8 girtiyan jiyana xwe ji dest dan

Serhildan derbasî girtîgehan bû.

Şeva 15’ê Cotmehê li Girtîgeha Evîn a li bakurê Tehranê ku bi hezaran girtî lêne û beşek zêde girtiyên siyasî ne, dengê guleyan û teqînan bilind dibû.

Şewat li girtîgehê derket.

Ji girtîgehê dûmanek zêde bilind dibû.

Piştî bûyerê malbatên girtiyan berê xwe dan girtîgehê.

Lê li gorî şahidên bûyerê hêzên rejîmê, bi tûndî mudaxaleyî malbatên girtiyan kirin û bi gaza îsotê belav kirin.

Li gorî Wezareta Dadê ya Îranê heta niha 8 kesan jiyana xwe ji dest dane.

Piştî bûyera li girtîgeha Evînê hîn zêdetir xelk daketine qadan û dijî rejîmê xwepêşandana berfirehtir dikin.

Duh bi şev jî li gelek bajaran ciwan daketin qadan û xwepêşandan lidarxistin.

Bêtirî 200 kes hatine kuştin

Li gorî daneyên Rêxistina Mafê Mirovan ya Îranê di nava mehekê de herî kêm 201 xwepêşander ji aliyê hêzên rejîmê ve hatine kuştin û bi sedan jî birîndar bûne.

Tê gotin bi hezaran kes jî hatine binçavkirin.

Lê tevî hemû kuştin, girtin û êşkenceyan jî 30 rojin xwepêşandan dewam dikin.

Back to top button