Hêzên gerîla li bakur û başûrê Kurdistanê li artêşa Tirk ya dagirker dan.
Di encama çalakiyên tîmên bi tevger de 13 leşkerên dagirker hatin kuştin.
Hêzên gerîla li dijî artêşa Tirk a dagirker çalakiyên xwe bê navber didomînin.
Navenda Ragihandinê û Çapemeniyê ya HPG’ê derbarê şerê li bakur û başûrê Kurdistanê de daxuyaniyek weşand.
HPG’ê diyar kir Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê bi şêwazê tîmên bi tevger li her qadê derbên giran li artêşa Tirk ya dagirker didin û ev agahî parve kir;
“Li Zap û botanê 13 leşkerên Tirk hatin kuştin”
“Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Diljîn-Şehîd Şervan Erkendî ya Egîdên Botanê de 13’ê Cotmehê tîmên bi tevger yên YJA Starê li qada Kato Xelîla ya girêdayî navçeya Şaxê ya Wanê ji sê aliyan ve û bi awayekî koordîneyî li hêzên dagirker xistin.
Dewleta Tirk û ragihandina xwe ya şerê taybet eşkere kiribûn ku di vê çalakiyê de tenê leşkerekî wan hatiye kuştin û bi vî rengî nûçeyên derew weşandin.
Lê di vê çalakiyê de 10 leşkerên Tirk hatin kuştin û dagirkerek jî birîndar bû. Piştî bombebarana giran ya helîkopterên êrişê û balafirên şer dijmin bi 5 helîkopteran cenazeyên xwe ji qadê dûr xistin.
Di çarçoveya Pêngava Şorşeşgerî ya Bazên Zagrosê de 16’ê Cotmehê tîmên bi tevger li Qada Çemço ya Zapê 3 caran bi çekên giran li hêzên dagirker xistin.
Di encama van çalakiyan de 3 leşkerên Tirk hatin kuştin.”
Navenda Ragihandinê û Çapemeniyê ya HPG’ê diyar kir roja 16’ê Cotmehê artêşa Tirk a dagirker 5 caran bi çekên kîmyewî, 8 caran bi balafirên şer, 15 caran bi helîkopterên êrişê û bi dehan caran jî bi obus, tank û çekên giran qadên gerîla bombebarankirin.