Li Nîjerya bîlançoya lehiyê giran dibe

Li Nîjerya bandora lehiyê, bîlançoyek giran li pey xwe hişt.
Li welatê ku barana herî zêde ya 10 salên dawî hatî, bû sedema ku 600 kes jiyana xwe ji dest bidin.
Her wiha 1,3 mîlyon kes jî neçar man dest ji malên xwe berdin.

Li gorî daxuyaniya Wezareta Karesatan a Nîjeryayê ji ber bobelatan zêdeyî 1,3 milyon kes neçar man malên xwe biterikînin.

Wezaretê pêştir teqez kiribû ku jimara kuştiyan hefteya borî bû 500 kes.

Jimara kesên ji ber lehiyê mirîn derket 600’î

Ev yek bi daneyên nû re derket ku jimara kesên jiyana xwe ji dest dane gihiştiye 600’î.

Ji 36 eyaletan li 27’an ziyan pêk hatibûn.

Wezîrê Karê Derve ya welat ragihand ku 82 hezar xanî û 110 hezar hektar zeviyên çandiniyê nekarin bên bikaranîn.

1.3 mîlyon kes ji ber lehiyê ji malên xwe derketin

Li welatê ku nifûsa wê nêzî 200 mîlyon e ji bo piştgiriya hilberîna xwecihî îthalata birincê tê qedexekirin û cotkarên ku zeviyên wan zirar dîtine hişyarî da ku dibe biha zêde bibe.

Her çend li welat demsala baranê Hezîranê dest pê kir jî Saziya Rewşa Lezgîn ragihand ku barîna zêde bi taybetî ji meha Tebaxê ve bi bandor bûye.

Di sala 2012’an de ji ber karesatên lehiyê 2,1 mîlyon mirov koçber bûn û 343 kesan jiyana xwe ji dest dabûn.

Li Nîjerya ji ber lehiyê jimara kesên mirî derket 500’î

Back to top button