Pakistanê..Di hilbijartinên navberê de partiya Xan li pêş e

Partiya Tevgera Edaletê ya Pakistanê (PTI) ya Serokwezîrê berê Îmran Xan serokatiya wê dike, di hilbijartina pêşwext ên ku li welêt hatin kirin da bi ser ket.

Li Pakistanê ji bo 8 kursiyên Meclîsa Neteweyî û 3 wekîlên Meclîsa Pencabê hilbijartin hatin kirin.

Li gor encamên nefermî PTI ya bi serokatiya Xan ji 8 kursiyên Meclisa Neteweyî 5, li Pencabê jî ji 3 kursiyan 2 bi dest xist.

Partîya Misilman a Pakistanê ya bi serokatiya Serokwezîr Şahbaz Şerîf jî kursiyek bi dest xist.

Sekreterê Giştî yê PTI Esad Umer di daxuyaniya xwe ya li paytext Îslamabadê de destnîşan kir ku îradeya gel diyar e û işaret bi hilbijartina pêşwext kir.

Îmran Xan ji ber ku di meha Nîsanê de ji kar hat avêtin, daxwaza hilbijartinên pêşwext dike.

Piştî encamên hilbijartina pêşwext, tê payîn ku Xan û partiya wî bi xurtî banga hilbijartina pêşwext bikin.

Xan jî di hilbijartinên pêşwext ên Tîrmehê de li Pencabê bi ser ketibû.

Di dengdana pêbaweriyê ya parlementoya Pakistanê ya di 10’ê Nîsanê de, hikûmeta Îmran Xan bi 174 dengên “na” ji erk hatibûn girtin.

Şehbaz Şerîf 11’ê Nîsanê li Meclisê bi 174 dengan wek serokwezîr hat hilbijartin.

Li dijî serokwezîrê berê yê Pakistanê Îmran Xan lêpirsîn hat despêkirin

Back to top button