Serokomarê Iraqê dest bi erka xwe kir

Serokomarê nû yê Iraqê Dr. Letîf Reşîd li koşka Selam ya Bexdayê, bi merasîmekê fermî dest bi kar kir.

Îro ji bo bi fermî dest bi karkirina serokkomarê nû yê Iraqê Dr. Letîf Reşîd, li koşka Selam ya Bexdayê merasîmek hate lidarxistin.

Di mersîmê de gelek rêveber û kesayetên siyasî yên Iraqê amade bûn.

Di merasîmê de Dr. Letîf Reşîd weke 9’emîn serokomarê nû yê Iraqê dest bi kar kir.

Lê balkêş bû ku serokkomarê berê yê Iraqê Dr. Berhem Salih tevlî merasîmê nebû.

Serokkomarê Iraqê Dr. Letîf Reşîd di merasîmê de axivî û got;

“Rêxistinkirina peywendiyên Hewlêr û Bexdayê wê erkek ê min be.

Ezê ji bo lihevnêzîkbûna siyasiyan, pêkhate û parastina destûrê kar bikim û weke erkek ji bo xwe dibînim.”

Ebdulletîf Reşîd bû serokomarê nû yê Iraqê

Back to top button