Li girtîgeha Evîn a Tehranê 8 girtî hatin kuştin

Derbarê şewata ku li girtîgeha Evîn a li Tehranê derket û di encamê de 8 girtî hatin kuştin û gelek jî bi bîrîndar bûn, TEV-DEM daxuyaniyek da..
TEV-DEM’ê derxistina şewatê şermezar kir û got: “Rejîma Îranê li şûna dîtina çareseriyan û diyalogê, bi tundiyê dixwaze îradeya gelan bitepisîne..”

15ّ’ê Cotmehê, li girtîgeha Evîn a girtiyên Siyasî ya li paytexta Îranê Tehranê şewat derket.

Bi şewatê re, hêzên rêjîma Îranê êrişî girtiyan kir û li nava girtîgehê dengê guleyan hat bihistin.

Li gorî agahiyan, 8 girtî hatin kuştin û zêdetirî 60 jî birîndar bûn ku rewşa hinekan ji wan giran e…

TEV-DEM’ê êrişa li girtîgeha Evîn şermezar kir

Tevgera Civaka Demokratîk TEV-DEM derbarê bûyerê de daxuyaniyek da û şewat û êrişa li ser girtiyan şermezar kir.

TEV-DEM’ê diyar kir ku li seranserî bajarên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê pêla xwepêşandan û çalakiyan berfireh dibe û got:

“Rêjîma Îranê bi tundiyê dixwaze îradeya gel bitepsîne”

Tevî hemû hewldan û rêbazên tepisandinê û bikaranîna çekan û belavbûna artêş û hêzên ewlehî yên rejîmê li kolanan, lê nikarîbû dengê gel bibire.

Li şûna ku diyalogên civakî yên demokratîk ji bo dîtina çareseriyên bingehîn bi pêş bixe, agir berda girtîgeha Evîn.”

TEV-DEM’ê hişyarî da ku rejîma Îranê siyasetên îdamkirina komî jî berfireh bike û got:

“Divê destekê bidin serhildanên gelan li Îranê”

“Derxistina Şewatê li girtîgeha Evîn bi serê xwe sûcekî li dijî mirovahî û li dijî îradeya şoreşa gelan a bi serkêşiya jinên wêrek e.

Em bang li NY û rêxistinên hiqûqî û yên jinan dikin ku destek û piştgiriyê bidin îradeya gelên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê û zextê li desthilata Îranê bikin da ku binpêkirinên xwe rawestîne.

Back to top button