“BI ÊŞKENCEYÊ DIXWAZIN ÎFADEYÊN BERÊ BI DAG Û YÊN PÊRE BIDIN ÎMZEKIRIN”

Derbarê Buyera li Hewlerê ku berpirekî MIT’a Tirk hatibû kuştin hin agahiyên nû derdikevin..
Asayîşa Başûrê Kurdistanê, idia dike wan kesê bi navê Mazlûm Dag û du kesên din bi tewana kuştinê girtine..
Lê çavkanî dibêjin ku, Mazlûm Dag ji beriya sê mehan de girtiye û MIT’a Tirk û paratin ên PDK’ê bi êşkenceyê hewl didn mikurhatinên berê bi wan bidin îmzekirin.

17 Tîrmehê li xwaringeha Huqqabaz a Hewlêrê berpirsê MIT”a Tirk Osman Kose û du kesên din, di encama gulebaranê hatin kuştin.

Asayîşa Hikûmeta Başûrê Kurdistanê idia kir ku, wan kesên bi navên Mazlûm Dag û Mihemed Beşîsîzîk, bi tewana kuştina kesên navborî girtine.

Ajansa ANF’ê eşkere kir ku, ji bo ev herdû kes û kesekî sêyemînl li ser mikurhatinên berê, îmze bikin, êşkence li wan tê kirin.

ANF’ê li ser zimanê endamê Asayîşê diyar dike ku Osman Kose, piştî Îranê niha berpirsyarê maseya Başrûrê Kurdistanê yê MIT’a Tirk bû, lê hewl didin wî weke karmendekî ji rêzê nîşan bidin.

Li gorî heman endamê Asaayîşê ku ji ANF’ê re ragihandiye, lêpirsîn ji aliyê MIT’A Tirk û Parstin ê PDK’ê ve tê kirin û êşkenceyek giran li girtiyan dikin.

Her wiha bi riya êşkenceyê hewl didin mikurhatinên berê bi girityan bidin îmzekirin, lê ne Dag û ne jî yê pêre vê yekê qebûl nakin.

MAZLÛM DAG Ê BI TEWANA KUŞTINÊ HATIYE GIRTIN, JI BERIYA SÊ MEHAN DE GIRTÎ BÛ

Ji xwe li gorî agahiyên ji herêmê, ji beriya 3 mehan de, Mazlûm Dag li gel Asayîşa Başûrê Kurdistanê girtiye..

Aliyekî din ê gumanê ew e ku, tevî hebûna bi dehan kamîreyan li derdora xwaringeha Huqaabaz jî, lê dîmenekî bûyerê jî heta niha nehatiye parvekirin.

Leave a Reply

Back to top button