Serhildanên li Îran û Kurdistanê di roja 31. de didome

Serhildanên li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê bi dirûşma “Jin, Jiyan, Azadî” bê navber berdewam dike.
Li gelek bajaran carekek din gel û xwandekar daketin qadan.
Hêzên rejîma Îranê êrişî çalakvanan kirin û gelek kes girtin.
Li aliyê din hejmara girtiyên di êrişa ser girtîgeha Evînê de jiyana xwe ji dest dane derket 8’an.

Serhildanên li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê yên bi pêşengiya jinan di roja 31’an de didome.

Li gelek bajaran hêzên rejîma Îranê careke din bi tundî êrişî çalakvanan kirin.

Duh careke din gel heya derengiya şevê li qadan bûn û daxwaza azadiyê kirin.

Bi taybetî ciwan û xwendekarên zanîngehê bi dirûşma “Jin, Jiyan, Azadî” di nava çalakiyan de bûn.

Xwendekarên bijîşk jî li dijî rejîma Îranê di nav çalakiyan de bûn.

Li bajarên Sine, Seqiz, Kirmanşan û gelek bajarên din ên Rojhilatê Kurdistanê çalakiyên gel dewam kir.

Li Tehranê jî gel bi dirûşma “Azadî” heya derengiya şevê li qadan bûn.

Li bajarê Erdebîl, Yezd, Ekbatan û gelek bajarên din jî gel bi dirûşmeyan di nav çalakiyan de bûn û hêzên rejîmê jî êriş kir.

Li gelek cîhan hêzên rejîmê çareke din bi tundî êrişî jinan kirin û ew girtin.

Piştî êrişên hêzên rejîma Îranê ya li ser girtîgeha Evîn hêjmara kesên jiyana xwe ji dest dane her ku diçe zêdetir dibe.

Back to top button