Li navçeya Til Temirê 54 şehîd hatin bibîranîn

Meclisa Malbatên Şehîdan li Til Temirê 54 şehîdên ku li cih û demên cuda şehîd bûne bibîranî.

Bi dehan malbatên şehîdan beşdarî merasîma bîranîna 54 şehîdan bûn.

Di merasîmê de Rêveberê Meclisa Leşkerî a Til Temirê Ferhad Can axivî û diyar kir ku şehîd bi roleke pir mezin ji bo avakirina jiyaneke birûmet rabûn.

Ferhad Can got, “Em saya şehîdan îro di nava ewlehî û aramiyê de dijîn.”

Merasîma bîranînê bi pêşkêşkirina helbestan li ser bexwedan û têkoşîna şehîdan ji aliyê endama çandê Nalîn Yûnis ve bidawî bû.

Back to top button