“Dirûşma “Jin, Jiyan Azadî” rejîma Îranê hejand”

Endama Koordînasyona KJAR’ê Peyman Viyan serhildana gel a li Rojhilatê Kurdistan û Îranê ku jin pêşengiyê jê re dikin nirxand.
Peyman viyan got: Ger Îran bersivê nede daxwazên jin û gelan wê teqez hilweşe. Lewra jin û ciwan ji bo daxwazên xwe yên azadiyê misoger bikin divê helwesta xwe ya serhildanê bidomînin.

Serhildanên gel ên li Rojhilatê Kurdistan û Îranê ji mehek zêdetire didome.

Peyman Viyan-Endama Koordînasyona KJAR’ê

Endama Koordînasyona Komeleya Jinên Azad Kurdistanê KJAR’ê Peyeman Viyan derbarê serhildana li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê ji ajansa ANF’ê re nirxandin kir.

Peyeman Viyan diyar kir ku rejîma Îranê ku 43 sal in li ser desthilatdariyê ye bi neteweperestî, olperestî û mejiyê zayendîperestî destavêtinê li her qada jiyanê dike û ev tişt got:

Ya ku rejîma Îranê bi navê exlaqê li ser civakê û jinan ferz dike bi rastî jî bêexlaqî, bêîradekirin û bênefeshiştina civakê ye.

Peyeman Viyan da zanîn, hêrsa ku bi kuştina Şilêr Resûlî derkete holê, bi kuştina Jîna Emînî re jî veguherî destpêkirina pêvajoyeke şoreşgerî û wiha pê de çû:

Bi êrîşa li dijî Jîna Emînî re rejîmê hewl da ku tirsê bixe nava tevahiya welêt.

Lê ev plan bi ser neket, hêrs û nerazîbûna jin û civakê li hemberî rejîmê teqiya.

Dirûşma ‘Jin, Jiyan, Azadî‘ ya li Seqizê hate qîrîn, li tevahî Rojhilatê Kurdistanê û Îranê belav bû û veguherî dirûşma azadiyê ya gelan û rastiya rejîma Îranê hejand.

Gel û jin di daxwaza azadiyê de bi biryar in û nîşan didin ku ew jiyaneke demokratîk û wekhev diparêzin.

Peyama wê yekê didin ku heta daxwazên wan bi cih bên wê ji qadan neçin.

Û destnîşan dikin ku êdî vê rejîma despot qebûl nakin û daxwaza guhertinê dikin.

Peyman Viyan destnîşan kir ku pêvajoya şoreşgerî ya li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê destpê kir wê Şoreşa Rojhilata Navîn bi xwe re bîne û veguhere şoreşa azadiyê ya gelan

‘Eger guhertineke cidî neyê kirin wê rejîm hilweşe’

Peyman Viyan da zanîn ku ger rejîma Îranê guhertinên cidî neke û daxwazên azadiyê yên gelan ji nedîtî ve bê û bersivê nede wê nikaribe xwe ji hilweşînê rizgar bike.

Peyman Viyan di dawiyê de bang li jin û ciwanan kir ku ji bo daxwazên xwe yên azadiyê misoger bikin, divê helwesta xwe ya serhildanê bidomînin.

Û hîn zêdetir hevkarî, yekîtî û bi awayekî plankirî tev bigerin.

Back to top button