RÛHANÎ: EM AMADE NE DANÛSTANDINAN BI EMERÎKAYÊ RE BIKIN

Îran êdî bi nermî nêzî nakokiyên navbera xwe û Amerîkayê dibe û amadebûna xwe ya danûstandinan tîne zimên.

Serokê Îranî Hesen Rûhanî îro ragihand ku ew amade ne bi Amerîkayê re der barê bernameya nuklerî de danûstandinan bikin û teqez kir ku ev nayê wateya ew ê serî ji zextên Amerîkî re deynin.

Rûhanî got:

Me derfeta danûstandinan winda nekiriye û em ê winda nekin.

Lê belê divê ev yek bi awayekî qanûnî û adil ku rûmeta me li erdê nexe, pêk were.

Li aliyekî din, berî çend rojan Pasdarên Îranî neftkêşeke Brîtanî li Geliyê Hormuzê girtibû.

Li ser wê jî, îro ofîsa rêberê bilind ê Îranê ragihand ku London navbeynkarek ji bo serbesberdana neftkêşa xwe ji wan re şandiye.

 

Leave a Reply

Back to top button