TEVÎ CEZAYAN JÎ, ENQERE ALAVÊN DERYAYÎ DERBASÎ AVA QIBRISÊ DIKE

Piştî ceza lê hatin birîn jî, hîna hikumeta AKP’ê bi israr e li rojhilatê Deryaya Spî li gazê bigire.

Wezareta parastinê ya Tirkiyê li ser hesabê xwe yê fermî yê Tiwitterê vîdyoyek ku 2 keştiyên şer li dora keştiyên lêgerîna gazê xuya dikin, weşand.

Wezaretê diyar kir ku hêzên wê parastina keştiyên lêgerîna enerjî û gazê dikin.

Her wekî din balafirên şer û dron jî parastina asmanî dikin.

Rojnameya Huriyett a Tirkî jî heman tişt anî ziman û got:

Enqere bi qefilan alavên deryaya spî derbasî rojhilatê Deryayê dike.

Li gorî rojnameyê, Tirkiyê bi vê yekê dixwaze mafên xwe li Qibrisê isbat bike û li beramberî YE bisekine.

Hefteya borî, YE ji bo van kirinan, rêzeceza li Tirkiyê birî.

Piştî wê, wezîrê parastinê Hulusî Akar got ew ê kirinên xwe li ava Qibrisê sînordar bikin.

Lê vîdyoya wan, ev yek vala derxist.

Leave a Reply

Back to top button