Serhildanên li Îran û Kurdistanê di roja 32. de didome

Raperîn û serhildanên li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê ya bi pêşengiya jinan di roja 32’an de didome.
Li gelek bajaran careke din gel û xwandekar daketin qadan.
Hêzên rejîma Îranê jî êrişên xwe yên li dijî gel didomîne.
Heta niha di êrişan de zêdeyî 200 kesan jiyana xwe ji dest dane.

Serhildanên li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê yên bi pêşengiya jinan di roja 32’an de didome.

Di êrişên hêzên rejimê de heta niha zêdeyî 200 kesan jiyana xwe ji dest dane.

 Di êrişên rejîmê de zêdeyî 200 kesan jiyana xwe ji dest dan

Duh êvarê û îro gel li qadan bûn û daxwaza azadiyê kirin.

Li gelek bajaran hêzên rejîma Îranê careke din bi tundî êrişî çalakvanan kirin.

Bi taybetî xwendekarên li bajarên Kurdistanê û Îranê careke din li dijî rejîma Îranê bi dirûşma “Bimre dîktator” di nava çalakiyan de ne.

Duh bi şev jî li bajarê Îlam û gelek deverên din ên Rojhilatê kurdistanê gel bi dirûşma “Bimre Dîktator” daketin qadan.

Li Bajarê Yezd, Kerecê carekek din çalakvanan bi dirûşma “Jin, Jiyan, Azadî” daxwaza azadiyê kirin.

Li Tehran, Abadan û gelek bajarên din ên Îranê jî gel bi dirûşma “Bimre dîktator” li qadan bûn.

Li gelek deveran jî ciwanên azadîxwaz bi molotofan êrişî baragehên hêzên besîcan kirin.

Keça 18 salî ya bi navê Esra Penahî bi hinceta ku sirûda rejîma Îranê nexwendiye ji aliyê rejîma Îranê ve hate qetilkirin.

Li aliyê din sporvana Îranî Elnaz Rekabî ya ku di Şampiyoniya Kûpaya Çiyageriya Cîhanê de bê lacik beşdarî pêşbirkan bû ji aliyê rejîma Îranê ve hate girtin.

Back to top button