HDP: Bikaranîna çekên kîmyewî sûcê şer e

Lijneya Rêveberiya Navendî ya HDP’ê diyar kir ku bikaranîna çekên kîmyewî sûcê şer e û got ku divê lêkolîna îdiayan bê kirin.

Lijneya Rêveberiya Navendî (MYK) a HDPê têkildarê bikaranîn çekên kîmyewî, daxuyaniyek da û got:

Ji sala 2021’î û vir ve, dem bi dem nûçeyên bikaranîna kîmyewiyê dikeve rojevê.

Îdiayên ku Tirkiye, ne li gorî peymana navneteweyî tevdigere, tên gotin.

Ev geşedan, dibin sedem ku gelên herêmî bikevin nav fikaran û rê li ber komkujiyan vedibe.

Em, bang li raya giştî ya demokratîk dikin ku li dijî van geşedanan deng derbixîne.

Di serî de Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyewî (OPCW) û NY, em bang li saziyên navneteweyî yên eleqedar û raya giştî dikin ku bi awayekê bibandortir bixebitin.

Back to top button