Li hemberî Hêzên Asayîşa Êzdîxanê êrîş pêkhat

Li ser rêya sereke ya Şengalê wesayîtek bombebarkirî bi hêzên Asayîşa Êzîdxanê ve teqiya. Di encama teqînê de 2 jê endamên asayîşê 4 kes birîndar bûn.

Îşev li derdora saet 20:30’an de li ser rêya sereke ya Şengalê wesayîtek bombebarkirî bi hêzên asayîşa Êzdîxanê ve teqiya.

Li gor agahiyan wesayit ji saetên nîvro de li nava Şengalê di geriya..

Ji ber ku hêzên ewlekariya Iraqê bi erka xwe ranebûn, hêzên Asayîşa Êzdîxanê ji bo parastina jiyana welatiyan ketin nava liv û tevgerê.

Dema ku hêzên Asayîşê nêzî erebeya teqemeniyê bûn bi wan de teqiya.

Di encamê de 2 jê endamên Asayîşa Êzidxanê û 2 welatiyên ku nêzî cihê bûyerê bûn birîndar bûn.

Back to top button