Asayîşê û QSD’ê 17 çeteyên DAIŞ’ê girtin

Hêzên Asayîşê bi hevkariya QSD’ê operasyonek li Tebqayê li dar xistin û tê de 17 çeteyên şaneyên DAIŞ’ê girtin.

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Asayîşa Bakur û Rojhilatê Sûrî têkildarî operasyonê daxuyaniyek belav kir.

Asayîşê ragihand ku 17’ê Cotmehê hêzên wan û QSD’ê li dijî şaneyên DAIŞ’ê operasynek li Tebqayê li dar xist.

Û di encama operasyonê de li gundên Xatûniyê û Mensûra, 17 kesên ku dest bi kiryarên DAIŞ’ê kiribûn, hatin girtin.

Her wiha bi wan re çek, cebilxane, pasport û pirtûkên DAIŞ’ê jî hatin dîtin.

Asayîşê da zanîn ku dema lêpirsîna bi wan re li xwe mikur hatin ku wan karên xirab kirine da ku ewlehiya herêmê têk bibe.

Asayîşê eşkere kir ku wan her 17 çete şandin ji Desteya Dozgeriya Giştî re.

Back to top button