KNK’ê ji bo bikaranîna çekên kîmyewî daxuyanî da

Konseya Rêvebir a KNK’ê bang li NY û Konseya Ewropa kir ku li hember bikaranîna çekên Kîmyewî bêdeng nemînin.

Konseya Rêvebir a Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) ji bo bikaranîna dewleta Tirk ji çekên kîmyewî daxuyniyek da.

KNK: Dewleta Tirk li Kurdistanê sûcên şer dike

KNK’ê got: ”Bi sala ye dewleta Tirk li dijî gerîlayên azadiyê çekên Kîmyewî bi kar tîne. Lê van 6 mehan zêdetir kiriye.

Rayedarên Tirkiyê, li Kurdistanê sûcên şer dikin. Di sêrî de Erdogan û hemû endamên hikûmeta wî sûcdar in.

Tişta li Kurdistanê diqewime, ne tişteke ji rêzê ye. Artêşa Tirk li pêş çavê cîhanê hemûyî van çekan bi kar tîne.”

KNK’ê bang li gelê Kurd û dostên Kurdan kir ku li ser pêyan bin û li her derê dakevin qadan û dengê xwe bilind bikin.

KNK’ê her wiha bang li NY, Konseya Ewropa û dewletên peywendîdar kir ku li hember bikaranîna van çekan bêdeng nemînin.

Back to top button