Azadiya Rêber Apo

Endamên Yekitiya Parêzeran a Herêma Cizîrê li djijî tecrîda girankirî li ser Rêber Ocalan bertek nîşan dan..
Endamên Yekitiyê diyar kir ku hiştina Rêber Ocalan li girtîgeha Îmraliyê de binpêkirina herî mezin a mafên mirovan e û got:
Tecrîda li ser rêber Ocalan û bêparhiştina wî ji ‘mafê hêviyê’, bi hewldana tunekirina daxwaza azadî û edaletê pêk tê.

Rêber Abdullah Ocalan ev 24 salin li girava Îmraliyê tê ragirtin.

Tecrîdeke giran li ser Rêber Ocalan tê meşandin.

Dewleta dagirker destûr nade Rêber Ocalan bi malbat û parêzerên xwe re hevdîtin bike û mafê xwe yê hêviyê karbîne.

Der barê tecrîda girankirî de, Endama Yekitiya Parêzeran a Herêma Cizîrê nirxandin kirin ..

“Tecrîda li ser Apo tecrîdek ne qanûnî ye”

Endama Yekitiya Parêzeran a Herêma Cizîrê Xufran Xelef diyar kir ku tecrîda li ser Rêber Apo tecrîdeke neqanûnî ye û got :

Dewleta Tirk dixwaze îradeya rêbertî û hêviya Rojhilata Navîn bişkîne.

Xufran Xelef tekez kir ku Rêbertî ji “mafê hêviyê” hatiye bê par hiştin ji ber zanin ku azadiya Rêbertî dê aştiyê bi xwere bîne..

‘Ew bi xwe qanûnan çêdikin û bi xwe jî binpê dikin’

Endama Yekitiyê Nisrîn Osman jî bi heman armancê axivî û got:

“Welatên ku qanûnên parastina mafên mirovan çêkirine, heman welat in ku van qanûnan binpê dikin û bi cih naynin.

Nisrîn bang li parêzeran ku ji bo azadiya Rêber Apo kar bikin ..

“Divê zext li dewleta Tirk bê kirin “

Her wiha Endamê Yekitiya Parêzeran a Herêma Cizîrê Mihemed Zahir Qendîl jî ev yek anî ziman :

“Bi serbestberdana rêbertî wê aştî li herêmê belav bibe..

Lê ev jî ne li gorî berjewendiyên hêzên serdeste ..

Ji ber wê ziyaneke mezin bigihêje wan. ”

Zahir Qendîl tekez kir ku divê em zextê li dewleta Tirk a faşîst bikin ku qanûnan pêk bîne.

Dewleta Tirk a dagirker 14’ê Cotmehê têkildarî tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan “Plana Çalakiyê” pêşkêşî Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê kir û car din cih anîna “mafê hêviyê” red kir.

Back to top button